SOHR: Dewleta Tirkiyê beşek din ji çeteyan şandin Azerbaycanê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i320544-sohr_dewleta_tirkiyê_beşek_din_ji_çeteyan_şandin_azerbaycanê
Tevî bangên agirbestê ji bo herêma Qerebaxê tê kirin, Dewleta Tirkiyê çeteyên sûrî dişîne Komara Azerbaycanê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 18, 2020 17:16 Asia/Tehran
  • SOHR: Dewleta Tirkiyê beşek din ji çeteyan şandin Azerbaycanê

Tevî bangên agirbestê ji bo herêma Qerebaxê tê kirin, Dewleta Tirkiyê çeteyên sûrî dişîne Komara Azerbaycanê.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA), Di vê çarçoveyê de, Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir ku Dewleta Tirkiyê 400 çeteyên din ên sûrî derbasî Komara Azerbaycanê kirin.

SOHR`ê da zanîn ku 400 çeteyên ji bo Komara Azerbaycanê hatine şandin, ji koma "Sultan Murad" û "Hemzat" û komên din pêk tê.

Li gorî hejamra SOHR`ê, heta vê kêliyê hejmara çeteyên gihaştine Azerbaycanê, herî kêm 2 hezar û 50 çete ne.