Cotmeh 06, 2020 21:17 Asia/Tehran
  • Îlham Ehmed: MSD ji diyaloga bi hemû aliyan re vekirî ye

Îlham Ehmed got ku MSD'ê ji diyaloga bi hemû aliyan re vekirî ye. Diyaloga kurdî-kurdî dê rê li ber çareseriya siyasî û diyaloga Sûrî ya hundirîn veke.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA), Bi dirûşmeya "Ber bi kongreyeke niştimanî ji bo şêniyên Cizîr û Firatê ve", Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), panela xwe ya 7'emîn li bajarê Tebqayê li dar xist. Nûnerên hemû beşên civakî, kesayetên siyasî yên serbixwe, nûnerên partiyên li herêmê û şêx û rûspiyên eşîrên Tebqayê, Seroka Meclisa Rêveber a MSD'ê Îlham Ehmed, Cîgirê Desteya Serokatîyê Hikmet Hebîbî, Endamê Meclisa Serokatîya MSD'ê Elî Rehmûn û Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid di panelê de amade bûn.

Beşdaran, rêgezên bingehîn ên xurtkirina hemwelatîbûnê ji tevahî pêkhateyên Sûriyê, xurtkirina jiyana hevbeş û pêşxistina saziyên rêveberiya xweser nîqaş kirin.

Bernameya panelê li gorî du mijaran hate nirxandin. Mijara yekemîn li ser diyaloga çareserkirina aloziya Sûriyê û ya duyemîn têkiliyên gelên herêmê û serxistina Rêveberiya Xweser bûn.

Di mijara yekemîn de, Îlham Ehmed axivî û girîngiya lidarxistina van panelan destnîşan kir; "Armanca van panelan nêrînên derbarê diyalog, rêveçûna xebatên siyasî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê guhdar bikin û hin mijaran jê re zelal bikin."

Îlham Ehmed destnîşan kir ku MSD ji diyalogan bi hemû aliyan re vekirî ye.

Seroka Meclisa Rêveber a MSD'ê bal kişand ser diyaloga kurdî-kurdî û got, ev diyalog ne ji bo parvekirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye mîna ku hin alî îdia dikin, lê ji bo nêzîkirina nêrînên pêkhateyê Kurd ku ber bi çareseriyeke siyasî û diyaloga sûrî bibe û got: "Diyaloga kurdî ne ji derve hatiye ferzkirin."

Beşdaran li ser vê mijarê, diyar kirin ku diyalog hewcedarî xeteke siyasî ye ku bi çareseriya siyasî bawer be û civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhateyên wê rêxistin bike û nûnertiya rasteqîn hebe.

Di mijara duyemîn de, têkiliyên dîrokî yên di navbera pêkhateyên herêmê, rola wan di avakirina Rêveberiya Xweser û mekanîzmeya pêşxistina saziyên rêveberiyê hate nîqaşkirin.

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid, axivî û got: "Dîrokê jiyana hevbeşa di navbera pêkhateyên Sûriyê de, hebûn û çarenûsa wan a hevpar îsbat kir. Hin pergalan xwestin hevgirtina pêkhateyan têk bibin, lê hewldanên wan vala derket. Ev yek di hevpeymana civakî û avakirina rêveberiyên xweser û sivîl de diyar bû."

Bêrîvan Xalif destnîşan kir ku saziyên Rêveberiya Xweser jinûve avakirina herêmên ku ji ber şer wêran bûne, başkirina rewşa xizmetguzariyê yên ku berê hatibûn paşguhkirin girtiye ser xwe.

Wê her wiha got, Rêveberiya Xweser dê bi beşdarbûna hemû pêkhateyan, kadroyên pispor û başkirina sazûmaniya saziyan û rêxistinkirina wan xwe pêş bikexe.

Beşdaran têkildarî pêşxistina Rêveberiya Xweser nêrîn û pêşniyarên xwe parve kirin.

 

 

 

Serepeyv