Cotmeh 05, 2020 15:13 Asia/Tehran
  •  Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar gundên herêm

Artêşa Tirkiyê û grûpên ser bi wê ve, gundên Efrîn û bakurê Helebê yên di destê YPGê de ne, dan ber topan.

Jêderekî ji Efrînê ji K24ê re ragihand, şeva bûrî artêşa Tirkiyê û grûpên ser bi wê ve ji herêma Efrînê ve, gundên Kilûtê, Gundê Mezin, Başemrê û  Bircqasê yên navçeya Şêrewa ya Efrînê da ber topan. Ew gund di destê YPGê de ne.

Heta niha ziyanên ji encama wê topbaranê nayê zanîn.

Ji aliyekî din ve Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve, gundên Til Medîq û Sed Şehbayê yên li bakurê Helebê ne û di destê YPGê de ne topbaran kir.

Dema artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve herêma Efrînê dagîr kirin, 12 gundên navçeya Şêrewa di destê YPGê de man. Ji wê demê ve jî, her car ew gund ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve tên topbarankirin û welatiyên sivîl dibin qurbanî.

Serepeyv