Têrorîstan bêhtir ji 20 welatiyên Efrînî revandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i307899-têrorîstan_bêhtir_ji_20_welatiyên_efrînî_revandin
Grûpên têrorîst ên bin fermana Enqerê de ku Efrîn dagîr kirine zêdetir ji 20 welatiyên Kurd revandin û li hember berdana wan daxwaza pereyan dikin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 03, 2019 11:43 Asia/Tehran
  • Têrorîstan bêhtir ji 20 welatiyên Efrînî revandin

Grûpên têrorîst ên bin fermana Enqerê de ku Efrîn dagîr kirine zêdetir ji 20 welatiyên Kurd revandin û li hember berdana wan daxwaza pereyan dikin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê ragihand ku roja 2`yê Îlonê koma têrorîst a bi navê Polîsê Leşkerî bi 12 otombîlandor li gundê Maratê girt û bi heceta ku pêwendiyên wan bi Rêveberiya Xweser re hebûne, zêdetir ji 20 welatiyan revandin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê diyar kir, ew grûpa bi malbatên hin kesên revandî re ketîye têkilîyê û ji bo berdana wan daxwaza pereyan kirîye û piştî dayîna dirêv 2 kes ji wan hatin berdan.

Rêxistina Mafên Mirovan herwiha ragihand ku roja 1`ê Îlonê jî komeke têrorîst welatîyê bi navê Mistefa Genco Îbo yê 60 salî ji nava Efrînê revand û ber bi cihekî nediyar ve bir.

Ji aliyekî din ve jî wê rêxistinê da zanîn, welatîyê bi navê Henan Emîn Îbo ku roja 23`yê Tebaxê ji aliyê komeke têrorîst ve hatibû revandin, piştî wê grûpê 3 milyon Lîreyên Sûrî (dora 6 hezar Dolar) fidye ji malbata wî istand, ew berda.

ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û komên têrorîst ên bin fermana Enqerê di 18`ê Adara 2018`an ve û li gor zanyariyên çalakvanan zêdetir ji 2 hezar welatiyên Efrînê hatine revandin û bêserûşûn in.