Komcivîna zanayên Libnanê bo piştgirîya zanayên Behreynê hat lidarxistin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i361696-komcivîna_zanayên_libnanê_bo_piştgirîya_zanayên_behreynê_hat_lidarxistin
Komcivînek bi amadebûna komek ji zanayên Libnanê, bi armanca ragihandina hevgirtina bi zanayên Behreynê ra û şermezarkirina hikmên dadwerî yên ku li dijî wan hatine derxistin, li Zahiyeya Başûrê Beyrûtê hat lidarxistin.
(last modified 2026-11-28T15:51:28+00:00 )
Tesrîn 28, 2026 18:20 Asia/Tehran
  • Komcivîna zanayên Libnanê bo piştgirîya zanayên Behreynê hat lidarxistin

Komcivînek bi amadebûna komek ji zanayên Libnanê, bi armanca ragihandina hevgirtina bi zanayên Behreynê ra û şermezarkirina hikmên dadwerî yên ku li dijî wan hatine derxistin, li Zahiyeya Başûrê Beyrûtê hat lidarxistin.

 

Zanayên Libnanê di vê komcivînê da kiryara rayedarên Behreynê li dijî zanayên berbiçav ên vî welatî, tundbûneke xeternak a di rewşê da zanîn û daxwaza betalkirina van hikmên ne-edlane kirin. Şêx Xazî Henîne, Serokê Taqima Emîndaran a Civata Zanayên Misilman li rex vê komcivînê da li ser piştgirîya ji zanayên Behreynê tekez kir û got ku vîna gelan nayê şikandin û daxwaza azadkirina zanayan û bidawîanîna kiryaran li dijî wan kir. Ev komcivîn bi daxwaza terxankirina hefteyekê bo nasandina Behreynê û berbiçavkirina mezlûmiyeta zanayên vî welatî bi dawî hat.