Hêzên yemenî êrişî balafirgeha Bin Goryon a Rejîma Siyonîst kirin
Hêzên Çekdar ên Yemenê îro ragihandin ku operasyonek taybet dijî balafirgeha Bin Goryon a li Yafaya dairbûyî li dar xistin.
Serokerkantîya Hêzên Çekdar ên Yemenê îro di daxuyaniyekê de ragihand ku ji bo piştgiriya ji gelê Filistînê û di bersiva berayî himber êrişa Rejîma Siyonîst ser Yemenê de wan bi mûşeka balîstîk a ji cureya Zulfeqar êrişî balafirgeha Bin Goryon li bajarê dagirbûyî yê Yafayê kirin. Mûşek li armanc ket û hemî sîstemên radûkirinê yên Rejîma Siyonîst û Amerîkayê nekarîn wê bişopînin û ev yek bû sedem ku bi mîlyonan siyonîst birevin stargehan û geştên ji balafirgeha Bin Goryon bên rawestandin.
Nesredîn Amir, endamê binavûdeng ê tevgera Ensarullaha Yemenê, jî got ku êrişên Yemenê ser dijminê siyonîst dê qet nerawestin û girantir bibin.