Xwenîşandana berfireh ya xelkê Yemenê bona piştgîriya ji Xezzê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i355945-xwenîşandana_berfireh_ya_xelkê_yemenê_bona_piştgîriya_ji_xezzê
Xelkê parêzgeha Seide ya Yemenê, xwenîşandaneka berfireh bona piştgîriya Xezzê û şermezarkirina bêrêziya li pîrozbahiyên misilmanan, li dar xistin.
(last modified 2025-08-29T11:12:02+00:00 )
Tebax 29, 2025 09:39 Asia/Tehran
  • Xwenîşandana berfireh ya xelkê Yemenê bona piştgîriya ji Xezzê

Xelkê parêzgeha Seide ya Yemenê, xwenîşandaneka berfireh bona piştgîriya Xezzê û şermezarkirina bêrêziya li pîrozbahiyên misilmanan, li dar xistin.

Beşdarên li xwenîşandana Yemenê ji bilî rakirina alayên Filistînê û ragihandina yekbûna helwêsta xwe ya li hember mijara Filistînê li ser dewama xweragiriya li hember pilanên amerîkî û siyonîstan li navçê pêgîrî kirin.

Xwenîşanderên yemenî cinayeta şewitandina Qurana Pîroz ji aliyê tundrêyên li Ameîrkayê şermezar kirin û ewê cinayeteka bi qest a dijî Îslamê û misilmanan dan zanînn. Wan daxwaza helwêsteka yekgirtî ya welatên îslamî û gişt cîhanî li hember vê bêrêziyê kirin. 

Xwenîşanderên yemenî pêgîrî kirin destdirêjiya giştalî ya dijî gelê filistînê û pîlanên cihûkirinê dijî Mizgevta Eqsayê hedefgirtina hemû umetê ye.