Tebax 17, 2025 18:39 Asia/Tehran

Terorkirina sembolîk, çekeke din a dagirkeran dijî gelê Filistînê ye, Rejîma Sîyonîst piştî kuştina mrivan, hewil dide bîrewerî û wêneyên wan ji nav bibe.

Leşkerên israyîlî êrişî şarê Nablos li rexê rojavaya Fiilstînê kirin, şarê ku dîwarên wî veguherîne dosîya zindî ya şehîdan û di wê êrişê da wêne dirrandin û nîgarên ser dîwêr jî têk dan. Li vir wêneya her şehîdî li kuncekî hatîye bicihkirin û her kevirek salixîya berxwedanê dide.

Salih Teqtûq çalakê civakî yê filistînî

**Malbat derbara êrişa ser şarê kevnar û kiryarên handêr ên Rejîma Sîyonîst ên dirrandina wêneyên şehîdan li Nablosê da, nemaze li şarê kevnar, ser vê bawerê ne ku zarokên wan heta di demekê da ku şehî bûne jî himber dagirkeran şêrr dikin û wêneyên wan jî dagirkeran aciz dikin.

Dayîkên şehîdan ser vê bawerê ne ku ev kiryar hemî nekarabûna dagirkeran nîşan didin. Ti wêneyeke dirrandî û nîgara têkdayî ser dîwaran, yê dijminan negihîne armancên wan. 

**Artêşa sîyonîst lawaz û têkçûyî ye û em vê yekê dizanin. Nîşaneya têkçûna wê jî şerkirina himber wêneyên şehîdan e. Em bi şehîdên xwe serbilind in. Em dizanin ku şehîdên me alayên şanazîya me ne ku li esmanê gel bilindkirî ne û dijmin çiqasî jî hewil bidin ku wan alayana hildin, ew dê neyên rakirin.

Dagirker têkdan û wêrankirina rexê rojava didomînin. Nîşaneyên êriş û têkdanê li kolanan û ser her dîwarî dîyar in ku sîyaseta wan a jinavbirina sembol û bîrewerîyan nîşan didin, lê ew hela jî nikarin pêşîya berxwedana filistînîyan bigirin. Rejîma Sîyonîst a dagirker di dewama şerê dijî bîrewerîyên filistînîyan da, dixwaze wêneyên şehîdan ji ser dîwaran ramalîne, lê nizane ku ew wêne bi destê nivşan wek alaya ku dê qet neyê xwarê, tên bilindkirin. 

Serepeyv