Tîrmeh 28, 2025 17:41 Asia/Tehran
  • Artêşa Yemenê basa girankirina êrişên ji bo piştevanîkirina Xezzê kir

Hêzên çekdar ên Yemenê di daxuyaniyeka tund de gef li Rejîma Siyonîst xwer ku wê êrişên ji bo piştevanîkirina Xezzê û dorpêça ser Rejîma Siyonîst girantir bike.

Sertîp Yehya Serî, berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê got tevî alûgorên li Zîvala Xezzê û dewama jînûsayda rêkxistinkirî û şehadeta bi hezaran kes ji xelkê şerîf ê Filistînê û di bin sîvana bêdengiya bi serşorî ya welatên Ereb, misilman û cîhanê de, Yemen xwe li hember van cinayetên diltezîn, ji hêla olî, exlaqî û mirovî ve berpirsyar dizane û li gorî viya hêzên çekdar ên Yemenê bi palpiştiya li Xwedayê mezin û bi baweriya tam a li wî, biryar dane operasiyonên leşkerî yên piştevanîkirinê girantir bikin û qonaxa çaran a dorpêça ji deryayê ve ya dijmin destpê bikin.

Anegorî vê daxuyaniyê, ev qonaxa, êrişa ser hemû gemiyên ku yên her şirketekî bin ku bi benderên Rejîma Siyonîst re hevkariyê dikin, ji her welatekî bin û li her dera ku bikevin destê hêzên çekdar ên Yemenê, digire ber xwe.

Serepeyv