Rejîma Sîyonîst gemîya Henzel veguhest Eşdûdê
Gemîya Henzelê piştî ku ji hêla Rejîma Sîyonîst va hat zevtkirin û revandin, bo Bendera Eşdûdê hat veguhestin.
Leşkerên Rejîma Sîyonîst berbanga îro êrişî Gemîya Henzele`yê ku ser bi Hevalbendîya Gemîvanîya Azadî bû û di 13ê Tîrmehê da ji Îtalîyayê va bi merema têkşikandina dorpêça ser Zîvala Xezzeyê bi rê ketibû, kirin.
Leşkerên Rejîma Sîyonîst ketin nav Gemîya Henzele`yê û dor li çalakên filistînî yên tê da girtin û paşê kamerayên weşana zindî yên gemîyê ji kar xistin.
Tevgerên Hemas û Cihada Islamî yên Fiilstînê di daxûyanîyekê da zevtkirina gemîya alîkarîgîhandinê ya Henzeleyê bi destê Rejîma Sîyonîst, cinayeta terorîstî ya nû û dizîya li deryayê zanîn û ragihandin ku ev karê wê rejîmê bi aşkirayî dijî wîjdan û vîna merivantîyê ye.
Hemas û Cihada Islamîyê herwiha ji NY û rêxistinên navdewletî xwestin ku bi şermezarkirina vê cinayetê, zorê bidin ser Rejîma Sîyonîst ku dorpêç û jînosayda li Xezzeyê rawestîne û serokên Rejîma Sîyonîst ji ber cinayeta dijî merivantîyê mehkeme bikin.