Tîrmeh 24, 2025 14:38 Asia/Tehran
  • Serokê Konseya Bilind a Sîyasî ya Yemenê: Bila ereb ji bo rizgarkirina Xezzeyê rabin

Serokê Konseya Bilind a Sîyasî ya Yemenê derbara dûhatên bêdengîya umeta islamê himber cinayetên sîyonîstan ên himber gelê Xezzeyê hişyarî da û ji hemî serok û gelên ereb û misilman xwest ku nakokîyan bidin alîyekî û bi helwesteke yekgirtî û xurt ji bo rizgarkirina gelê Xezzeyê û sekinîna himber Israyîlê rabin ser xwe.

Mehdî Meşşat di daxûyanîyek êda ji hemî welatên ereb û misilman û hikimdarên gelên welatên hanê xwest ku helwesteke xurt û hevgirtî himber dorpêçkirina Xezzeyê û şerê Rejîma Sîyonîst a cinayetker ê birsîhîştina gelê Xezzeyê nîşan bidin.

Vî rayedarê yemenî herwiha pêgirî kir: Em divê himber cîhanê ku bi fêl û xapa Rejîma Sîyonîst bêdeng bûne, helwesta xwe derheq qirrkirina hovane ya gelê me li Xezzeyê ragihînin.

Serokê Konseya Bilind a Sîyasî ya Yemenê herwiha got: Divê her kes bizane pirsgirêk, hebûna Rejîma Sîyonîst e û lêgerîna ji bo rêçareyên xeyalî digel wê rejîmê, gêjbûn û berdewamkirina rê di tarîtîyê da ye. Lewma divê em himber her dengê ku dixwaze bera dijminatîya himber vê rejîma cinayetker û piştgirên wê biguherîne û bibe sedema nakokîyê di nava welatên ereb û islamî da, rawestin.  

Serepeyv