Tîrmeh 04, 2025 15:54 Asia/Tehran
  • Xwenîşandana berfireh a xelkê Seidê

Xelkê Yemenê îro li parêzgeha Seidê xwenîşandanek berfireh li dar xistin.

Di vê xwenîşandanê de, welatiyên yemenî bi dirûşma "Em qahîm li kêleka Xezeyê ne û amade ne ku li hember êrîşkaran bisekinin" û tekez kirin ku ew ê qet Xezeyê bi tenê nehêlin û ragihandin ku ew li hember qetlîam û birçîbûna ku rejîma Siyonîst li dijî gelê Xezeyê dike, li kêleka wan in û bêdengiya welatên Ereb li hember van cinayetan wekî hevkariya bi dijminê Siyonîst re bi nav kirin. Her wiha wan pesna operasyonên hêzên çekdar ên Yemenê yên li dijî keştîyên Rejîma Siyonîst û gemiyên ku ber bi benderên Rejîma Siyonîst ve diçin û her wiha êrîşên mûşekî yên li dijî deverên dagirkirî dan û daxwaza berfirehkirina van operasyonan kirin.

Serepeyv