Êrişa Komandoyên Siyonîst ser gemiya Madlînê, rêwiyên wê hatin revandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i355058-Êrişa_komandoyên_siyonîst_ser_gemiya_madlînê_rêwiyên_wê_hatin_revandin
Gemiya Madlînê hilgirê çalakvanên mafên mirovan û alîkariyên mirovî ku dixwest xwe bighîne peravên Xezzeyê, ji aliyê Rejîma Siyonîst ve hate revandin.
(last modified 2026-02-24T13:12:22+00:00 )
Hezîran 09, 2025 16:24 Asia/Tehran
  • Êrişa Komandoyên Siyonîst ser gemiya Madlînê, rêwiyên wê hatin revandin

Gemiya Madlînê hilgirê çalakvanên mafên mirovan û alîkariyên mirovî ku dixwest xwe bighîne peravên Xezzeyê, ji aliyê Rejîma Siyonîst ve hate revandin.

Rîma Hassan, endama Parlemana Ewropayê ku li nav vê gemiyê bû, tekez kir ku xwfireke siyonîstan li ser Madlînê firiya û şilikek spî ku nediyar bû çiye, rijand ser vê gemiyê.

Kesên ku di gemiya Madlînê de bûn, ragihandin ku artêşa Rejîma Siyonîst kontrola wê girtiye destê xwe. Têkiliya bi rêwiyên vê gemiyê re qut bûye.

Medyaya ibrîziman derbarê ketina gemiya revandî ya Madlînê nav bendera Eşdûdê li erdên dagirkirî  agahî da û ragihand ku Rejîma Siyonîst dixwaze rêwiyên vê gemiyê bigre.

Ev kiryara Rejîma Siyonîst rastî nerazîbûna tund a cîhanî hatiye.