May 29, 2025 18:16 Asia/Tehran
  • Rêberê Ensarullahê: Dijminê îsraîlî bala xwe daye ser kuştina zarokên Xezzê

Rêberê Ensarullaha Yemenê amajeyî cinayetên Rejîma Siyonîst kir û pêgîrî kir ku dijminê siyonîst bala xwe daye ser kuştina zarokên Xezzê.

Seyîd Ebdulmelik Bedredîn Hûsî amajeyî vê yekê kir ku dijminê Siyonîst bo mideha 20 mehan yanê zêde ji 600 roj in ku şerrê jînûsaydê li Zîvala Xezzê pêk aniye û got: Êş û elema xelkê Filistînê eva 77 sal in ku didomin. Seyîd Ebdulmelik Bedredîn Hûsî gotiye dijminê Siyonîst bi qest dawiya şevê awareyan dide ber gulleyan. Bi hezaran zarok li ber xetera mirina ji ber birçîtiyê ne û hemû rojê li Zîvala Xezzê ji ber birçîtî û bedxwerinê zarok dimirin. Siyonîst naxwazin ku gelê Filistînê li ser axa xwe be û li dû jinavbirina wan in. 

Serepeyv