May 28, 2025 17:02 Asia/Tehran
  • Pêgirîya Hûsî ser lawazbûna Rejîma Sîyonîst

Rêberê Tevgera Ensarullah a Yemenê amajeyî êrişa Rejîma Sîyonîst ser balafirgeha Sen`ayê kir û got ku ew êrişa nîşaneya lawazbûna wê rejîmê ye û armanc jî zordayîna ser Yemenê ji bo dûrketina ji piştgirîya ji gelê mezlûm ê Filistînê ye.

Seyîd Ebdulmelik Bedreddîn Hûsî Rêberê Tevgera Ensarullah a Yemenê îro drbara êrişa vêdawîyê ya balafirên cengê yên Rejîma Sîyonîst ser balafirgeha navdewletî ya Sen`ayê da got: Rejîma Sîyonîst bi armanca zordayîna ser gelê me ku piştgirîyê dide gelê mezlûm ê Filistînê, êrişî balafirgeha Sen`ayê kir û pêgirî kir: Di rastîyê da Rejîma Sîyonîst bi êrişên berdewam ser binesazîyên sivîl ên welatê me, hewil dide şîyana xwe ya pêşîlêgirtinê bizvirîne, lê ew rejîma çiqasî êrişî bike jî, qet bandorê li helwesta gelê me ya piştgirîya ji gelê ezîz ê Filisatînê nake, ji ber ku helwesteek dînî ye.

Wî di dewamê da pêgirî kir: Em ji bo helwesteke xurttir di warê piştgirîya ji gelê Filistînê da hewil didin. Hûsî herwiha got: Israyîl çiqasî cinayetên himber gelê Filistînê bidomîne, berpirsyarîya ser milê umeta islamî zêdetir dibe. 

Serepeyv