May 23, 2025 14:48 Asia/Tehran
  • Artêşa Yemenê: Me bi Mûşekek Balîstîk Balafirgeha Bin Goryon da ber êrişan

Berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê ragihand ku hêzên çekdar ên vî welatî bi mûşekeke balîstîk a haypêrsonîk operasyoneke leşkerî ya taybet li dijî Balafirgeha El-Lod (Bin Goryon) li herêma Yafaya dagirkirî pêk anîn.

Serleşker Yahya Serî, berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê, ragihand ku ev mûşek  serkeftî li hedefê ketiye û bi mîlyonan siyonîst neçar mane ku birevin stargehan û xebatên balafirgehê rawestînin.

Serî her wiha got: Operasyonên Yemenê wê berdewam bikin û heta ku şerê li dijî Xezzeyê bi dawî bibe û dorpêça ser wê bê rakirin.

Wî her wiha hişyarî da ku bêdengiya li hember cinayetên rojane yên li Xezzeyê dê neteweya Îslamî ber bi rûreşî û lawazbûna zêdetir li hember dijminên xwe ve bibe.

Artêşa Rejîma dagirker vê sibê ragihand ku  mûşekek balîstîk ji Yemenê ber bi deverên dagirkirî ve hatiye avêtin.

Serepeyv