May 22, 2025 19:38 Asia/Tehran
  • Rexneya El- Hûsî ji bêdengiya civaka cîhanî li hember cinayetên siyonîstan

Seyid Ebdulmelik Bedredîn El-Hûsî tekez kir ku hefteya borî yek ji serdemên herî bi xwîn û bi karesat ji bo gelê Filistînê li Zîvala Xezayê bû, ku civaka navneteweyî li himber wê bêdeng ma .

Rêberê tevgera Ensarullaha Yemenê bal kişand ser alûgurên herêmî û navneteweyî, bi taybetî zêdebûna destdirêjiya rejîma siyonîst  ser zîvala Xezzeyê û got:Me hefteyek bi xwîn û tijî cinayet û kuştinên hovane yên rejîma siyonîst li Xezzeyê derbas kir.Ew yek ji rojên herî bi karesat ji bo gelê Filistînê li zîvala  Xezzeyê bû. Ev heftî her wiha yek ji dewûrên herî kirêt ên dîroka mirovahiyê bû,ku xemsariya mirovan li himber zordariya li dijî mirovên din nîşan da. 

Wî her wiha got: Di vê heftiyê de, zêdetirî sê hezar filistînî li Xezzeyê şehîd û birîndar bûn, ku piraniya wan jin û zarok bûn.Pêwîst e civaka navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan, welatên misilman û gelên azadîxwaz ên cîhanê dengê fiistîniyan bibhîzin. 

Serepeyv