Daxuyaniya Hêzên Çekdar ên Yemenê derbarê êrişa bi mûşek û xwefiran ser erdên dagirkirî
Berdevkê Hêzên Çekdar ên Yemenê di daxuyaniyekê de derbarê êrişa bi mûşek û xwefiran ser meqrên Rejîam Siyonîst li Filistîna dagirkirî agahî dan.
Serleşker Yehya Serî di vê daxuyaniyê de ragihand ku hêzên çekdar ên vî welatî di çarçoveya alîkariya bo gelê Filistînê û têkoşerên wê de û wek erteka li himber cinayetên Rejîma Siyonîst li Xezzeyê de, bi mûşekeke balîstîk a Zulfiqar Balafirgeha El-Lod nasiyar bi Bin Goryonê dan ber êrişan.
Serî derbarê serketîbûna vê operasyonê û revîna bi mîlyonan siyonîstên dagirker ber bi stargehan û rawestandina xebatên balafirgehê ji bo saetekê agahî da. Wî ragihand ku yekîneya xwefiran a hêzên çekdar ên Yemenê di operasyoneke din de bi du xwefirên Yafayê êrişî du hedefên girîng li deverên dagirkirî yên Yafa (Telavîv) û Heyfayê kirin.