Rejîma Sîyonîst ji bo nîşan bide serkevtî bûye, derewan dike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i354382-rejîma_sîyonîst_ji_bo_nîşan_bide_serkevtî_bûye_derewan_dike
Rêberê Tevgera Ensarullah a Yemenê di axavtineke derbara alûgurên vê dawîyê yên Zîvala Xezzeyê da, Rejîma Sîyonîst bi pêkanîna cinayetên cengê û jînosaydê bi piştgirîya Amerîkayê tawanbar kir û amajeyî têkçûna vê rejîmê li himber Bereya Berxwedanê kir û xwest ku gelên navçeyê himber berdewambûna cinayetên hanê bertekeke ciddî nîşan bidin.
(last modified 2026-02-24T13:12:22+00:00 )
Nîsan 24, 2025 13:57 Asia/Tehran

Rêberê Tevgera Ensarullah a Yemenê di axavtineke derbara alûgurên vê dawîyê yên Zîvala Xezzeyê da, Rejîma Sîyonîst bi pêkanîna cinayetên cengê û jînosaydê bi piştgirîya Amerîkayê tawanbar kir û amajeyî têkçûna vê rejîmê li himber Bereya Berxwedanê kir û xwest ku gelên navçeyê himber berdewambûna cinayetên hanê bertekeke ciddî nîşan bidin.

Ebdulmelik Bedreddîn Hûsî Rêberê Tevgera Ensarullah a Yemenê di axavtineke taybet bi alûgurên nika yên Zîvala Xezzeyê û rewşa navçeyê û cîhanê da got: Rejîma Sîyonîst di warê leşekrî da li Zîvala Xezzeyê nekara û asê bûye, lewma ji bo ku nîşan bide, serkevtî bûye, derewan dike.

Hûsî herwiha got: Jînosayd û jinavbirina tam a sivîlan çiqasî jî berfire be, qet nikare wek destkevta leşkerî were hesibandin û roja îro aşkira bûye ku mijara girtîyên sîyonîst ji bo Netanyahoyê cinayetker û hevpeymanên wî qet ne girîng e. 

Wî herwiha got: Ew tevî serkevtîbûna demajoya lihevguhertina êxsîran, bi saya handana rasterast a Amerîkayê, jê vekişîyan, nemaze piştî ku Trump bi aşkirayî piştgirî da derxistina filistînîyan.

Rêberê Tevgera Ensarullah a Yemenê herwiha got ku armanca sereke ya Rejîma Sîyonîst, koçberkirina filistînîyan ji Xezzeyê ye û dîyar kir ku ev sîyaseta nijadperestane nika bi piştgirî û handana Amerîkayê bi cih tê.

Mehdî Meşşat Serokê Konseya Bilind a Sîyasî û Serokê Konseya Berevanîya Netewî ya Yemenê jî berî vîya bal kişand ser armancên Amerîkayê û Rejîma Sîyonîst ji bo domandina dagirkerîyê di nav axa Filistînê û welatên din ên herêmê da û pêgirî ser pêwîstîya hişyarbûna misilmanan ji bo sekinîna himber komployên nû yên Rejîma Sîyonîst û Amerîkayê û piştgirîya gelê Yemenê ji berxwedana gelê Filistînê kir.