Hûsî: Roja Qudsê berpirsyarîya umetê himber mezlûmbûna gelê Filistînê bi bîr dixe
Ebdulmelik Hûsî rêberê Tevgera Ensarullah a Yemenê ragihand: Kiryarên Rejîma Sîyonîst û Amerîkayê ji bo jinavbirina meseleya Filistînê û derxistina filistînîyan ji warê wan tam eşkere ne.
Hûsî dîyar kir ku Roja Cîhanî ya Qudsê berpirsyarîya umetê himber nirxên pîroz û mezlûmbûna gelê Filistînê bi bîr dixe û got: Imam Xumêynî (RE) dawîn înîya meha bimbarek a Remezanê bi merema hişyarbûna gelên misilman, Roja Cîhanî ya Qudsê bi nav kir.
Wî dîyar kir ku Rejîma Sîyonîst wek dijmin qirrkirin û jinavbirina giştalî ya hemî imkan û pêwîstîyên jîyanê didomîne û pêgirî kir ku Yemen hela jî ji bo piştevanîya giştalî ji Xezzeyê ya bi rêya operasyonên leşkerî û qedexekirina hatin û çûyîna gemîyên ser bi dijmin li deryayê û bombebarankirina kûratîya Filistîna Dagirbûyî ya bi mûşek û xwofirrên curbicur amade ye.