Adar 24, 2025 14:34 Asia/Tehran
  • Operasiyona şehadetxweziyê li Heyfayê û mirina siyonîstekî

Çapemeniyê behsa operasyona şehadetxweziyê li başûrê Heyfayê li bakurê Filistîna Dagirbûyî û mirina bajaroknişînekî siyonîstek kir.

Kanala nûçeyan a Qudsê ragihand ku di encama operasiyoneke şehadetxweziyê û gullebarana li devera Yokenamê li başûrê Heyfa, bajaroknişînekî siyonîst hat kuştin. Rojnameya ibrî ya Ha'aretzê jî ji zarê polîsê Rejîma Siyonîst ragihand: Çend operasyonên wek ajotina ser bi tirombîlê û gulleavêtinê li nêzîk Heyfayê cih hatine û pêkhînerê operasiyona Yokenamê li başûrê Heyfayê, pêşî li rawestgeha otobusanajote ser bajaroknişînan û paşê jî ber bi wan ve gulle avêt.

Serepeyv