Ensarullah:Dorpêkirina Xezzeyê dê encamên bi êş ji bo siyonîstan hebe
Adar 12, 2025 17:20 Asia/Tehran
Endamê polîtboroya tevgera Ensarullaha Yemenê li bara dewama dorpêçkirina Zîvala Xezzeyê hişyarî da Rejîma Siyonîst û encamên wê ji bo vê rejîmê bi êş da zanîn.
Hizam El- Esed, endamê polîtboroya Ensarullaha Yemenê, tekez kir ku dijminên siyonîst ldorpêçkirina zîvala Xezzeyê berdewam dike û operasiyonên leşkerî yên Yemenê dê ber bi hin rêyan here ku ji bo Rêjîma Siyonîst bi êş û hejîner be.
Ev gotin piştî wê hatin hilêxistin ku sertîp Yehya Serî berdevkê Hêzên Çekdar ên Yemenê ragihand ku wî derbasbûna gemiyên ser bi Rejîma Siyonîstî li navça operasyona xwe li Behra Sor, Deryaya Erebî, Tengava Bab El-Mendeb û Kendava Edenê qedexe kiriye û ev kiryara ji bo piştevaniya gelê Filistînê hatiye kirin.