Kombûna bi hezaran Siyonîstan li ber malên endamên hevalbendiya desthilatdar
Adar 02, 2025 16:18 Asia/Tehran
Bi hezaran kes ji xelkê Erdên Dagirkirî li ber malên endamên hevalbendiya desthilatdar û herwiha li bajarên curbicur ên Erdên dagirkirî xwenîşandan li dar xistin.
Neraziyên ji ber destpênebûna qonaxa duyem a bi hevreguherîna girtiyan bi Hemasê re, li ber malên endamên hevalbendiya desthilatdar xwenîşandan li dar xistin û daxwaza dewama cihatina agirbesê û bi hevreguherîna dîl û girtiyan li Zîvala Xezzê kirin.