Sibat 18, 2025 20:12 Asia/Tehran

Civîna Navnetewî ya Dengê Filistînê bi amadebûna kesayetiyên ji 40 welatên îslamî bi mazûvaniya Partiya Cimaet a Pakistanê hat lidarxistin.

Ev civîna durojî bi armanca xurtkirina hevkariyan di navbera sazî û rêxistinên sivîl ên cîhana îslamê û gîhandina dengê mezlûmiyeta xelkê Filistînê li cîhanê hat lidarxistin.

Asêf Luqman- Berpirsê karûbarên navnetewî yê Partiya Cimaet a Pakistanê:

Armanca me ji lidarxistina vê civîna navnetewî, hevgirtina bi xelkê Xezzê re ye. Di vê civînê de 40 kes ji 15 welatên cîhanê beşdar bûne ta ku mijar û pirsgirêkên Filistînê bi awayekî deqîq hilkolînin.

Di vê civînê de kesayetiyên berbiçav ên wekî zanyar, parlimanter, mamosteyên zanîngehê, nûçegîhan û çalakên cîhanê ji welatên curbicur ên îslamî kom bûne.

Emrullah Demîr- Alîkarê birêvebirê saziyeka sivîl ji Tirkiyê:

Di rastiyê de ev civîna derfeteka guncav e ta ku dengê zilimdîtiyên ku dengên wan li cîhanê nayê bihîstin bigihîje xelkê cîhanê bi taybet umeta misilman, em jî li hember Filistînê berpirs in.

Di vê civînê de ku di çarçoveya civînên curbicur ên pisporiyê hat lidarxistin da siyasetmedar, rojnamevan, çalakên civakê û ciwanan rêbazên piştgîriya ji xelkê Filistînê hilkolandin û li ser niqaş kirin. Beşdaran ji bilî pêgîriya li ser girîngiya hevgirtîbûna welatên îslamî bona pêkanîna doza Filistînê, xwestin ku pêngavên piratîkî ji bo sekinîna li hember zilm û dagirkiriyê bên rakirin.

Serepeyv