Bersiva Berxwedana Filistînê li hember cinayetên li Perrava Rojava
Sibeha îro şervanekî filistînî bi cihanîna operasiyoneka şehadetxweziyê li nêzîkî Tûbasê li Perrava Rojava 2 leşkerên Siyonîst kuştin û 8 kesên din jî birîndar kirine. Her di vî warî da medyayên siyonîst basa şehadeta vî şervanê filistînî di encama pevçûna bi dagirkiran re kiriye.
Komên berxwedana Filistînê ji wan Hemas û Cîhada Îslamî pesna wêrektiya şervanê filistînî bona cihanîna operasiyona gulleavêtinê ya sibeha îro, piştî ketina nav birca leşkerî ya li xala lêgerînê ya Tiyasîrê li rojhilatê Tûbasê kirin û pêgîrî kirine kiryarên cinayetkar ên siyonîstan li Perrava Rojava û kempa Cinînê wê bêbersiv nemînin.
Şervanên filistînî di mideha 24 saetên buhurî da zêde ji 11 operasiyon wek bersiva li hember cinayetên siyonsîtan li Perrava Rojava cih anîne.
Tevgera Hemasê herwiha di daxuyaniyekî da ji navbeynkarên agirbesê yanê Misr û Qeterê xwestiye Rejîma Siyonîst neçar bikin agirbesê bi tevahî cih bîne.
Di daxuyaniya Hemasê de hatiye Rejîma Siyonîst nakeve bin barê cihanîna pişka mirovî ya hevhatina agirbesê bi taybet derbasbûna kelûmelên hewce.
Netaniyahu hewl dide pêşiya qonaxa dudiyan a lihevkirina Xezzê bigire. Ji hêla din ve 5 welatên Ereb di nameyekî da xitabî Amerîkayê li ser koçberkirina filistîniyan ji Zîvala Xezzê pêhişyarî dan. Donald Tiramp, serokomarê Amerîkayê di van rojên derbasbûyî de di axiftinekî da daxwaza cîguhestina filistîniyan ji Zîvala Xezzê bo Misr, Urdin û welatên din ên Ereb kiribû lê rayedarên Urdin û Misrê heta nika dijayetiya xwe ya micid li hember vê pilanê ragihandine. Hevgirtiyên Ereb ên Amerîkayê bi şandina vê nameyê li dû poşmankirina serokomarê Amerîkayê ji vê pilanê ne.