Pêncemîn roja êrişa leşkerên Siyonîst ser Rexê Rojava
Leşkerên Rejîam Siyonîst bo pêncemîn roja li pey hev, êrişên xwe yên hovane ser Rexê Rojava berdewam dikin taktîkên kujer ên şerê Xezzeyê bi kar tînin.
li pêncemîn roja li pey hev artêşa dagirker êrişên xwe ser bajarê Cenîn û kampa wê ya li bakurê Rexê Rojava berdewam dike û di encama êrişên Îsraîlê ser bajarokê Mîslonê li Cenînê hejmarek birîndar bûne û şer û pevçûnên giran li naçeyê didomin. hevgav dagirkeran hêzên xwe yên leşkerî li gelek navçeyên Rex Rojava xurt kirine.
Hevgav artêşa dagirker êrişî malên hejmarek ji girtiyan li kampa Cenîn li bakurê Rexê Rojava kir ku biryar e di çarçoveya bihevguhertina girtiyan û agirbesa Xezzeyê de bên berdan.
Hêzên dagirker di êrişa xwe ser kampa Cenîn de, malbatên filistînî neçar kirin ku hinek peymanan îmze bikin ku li gor wan heke ewlad û ezîzên wan bên berdan ew şadî û kêfxweşiyê nekin.