Artêşa dagirkir a siyonîst jî agirbesa Xezzeyê qebûl kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i353001-artêşa_dagirkir_a_siyonîst_jî_agirbesa_xezzeyê_qebûl_kir
Artêşa dagirker a Siyonîst piştî şehîdkirina bi dehan hezar filistîniyên bêguneh li zîvala Xezzeyê û bidestnexistina armancên Telavîvê, derbarê amadebûna xwe ji bo cihanîna peymana agirbesê li vê zîvalê agahî da.
(last modified 2025-01-18T11:40:14+00:00 )
Çile 18, 2025 12:29 Asia/Tehran
  • Artêşa dagirkir a siyonîst jî agirbesa Xezzeyê qebûl kir

Artêşa dagirker a Siyonîst piştî şehîdkirina bi dehan hezar filistîniyên bêguneh li zîvala Xezzeyê û bidestnexistina armancên Telavîvê, derbarê amadebûna xwe ji bo cihanîna peymana agirbesê li vê zîvalê agahî da.

Artêşa Îsraîlê ragihand: Ew amade ye ku şertên peymana agirbesê û hevguhertina girtiyan bi tevgera Hemasê re li Zîvala Xezzeyê cih bîne.Artêşa dagirkir a siyonîst tekez kir: Ev rêketin sibê yekşemê li gorî dema herêmî siet 08:30an  dê bikeve meriyetê. Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Qeterê ku yek ji navbeynkarên agirbesa Xezzeyê ye, ragihand ku agirbesa li Zîvala Xezzeyê yê ji siet 08:30 sibê (li gorî dema herêmî) dest pê bike.