Hişyariya tund a Ensarullaha Yemenê bo Erebistana Seûdî, Hemû bijarte li ser maseyê ne
Endamê Konseya siyasî ya tevgera Ensarullaha Yemenê derbarê nirxandina şaş a Erebistanê li ser alûgurên Yemenê hişyarî da.
Mihemed Elî El-Hûsî got: Gelê Yemenê ferset û amadetiya wê ya rûbirûbûna bi her aloziyekê di çarçoveya girtina pêşiya vî welatî bona piştgiriya ji doza Filistînê heye Wî her wiha got: Em ji Siûdiyan re dibêjin ku kêmkirina nakokiyan derfeteke baş ji bo nirxandinên we yên şaş bû ku rabuhuriyê de hûn kişandin nav xopaniyê.
Endamê Civata Siyasî ya Tevgera Ensarullaha Yemenê ji berpirsên siûdî re got: Berê we wisa fikir dikir ku Yemen dê di nava du hefteyan de sernixûn bibe û îro jî her nirxandineke şaş ku hûn bikin dê bibe sedema işkesta we û di dawiyê de wê gelê Yemenê bi ser kevin.
Muhemed Elî El-Hûsî tekez kir: Ger komployeke nû li dijî Yemenê cih were hemû bijarde yê ji aliyê gel, hêzan û eşîrên Yemenê ve wê li ser masê bin.