Îlon 20, 2024 07:04 Asia/Tehran
  • Heta şerê li Xezzeyê neyê  sekinandin Hizbullah nasekine

Sekreterê Giştî yê Hizbullahê Seyd Hesen Nesrallah îro di axaftina xwe derbarê operasyonên terorîstî yên siyonîstan li dijî gelê Lubnanê got: Dijminê siyonîst biryar dabû ku di nav du xulekan de 5 hezar kesî bikuje. Vê yekê ji xeynî komkujiya siyonîstan, em çi dikarin bi nav bikin.

Sekreterê Giştî yê Hizbullahê Seyd Hesen Nesrallah herwiha got: Em spasiya Îranê dikin ku firoke ji bo veguhestina qurbaniyan ji me re şandiye.vê derbeya mezin em lawaz nekirin û emê hîna bihêztir jî bibin.Bi ser Bahoza Eqsayê re salek derbas bûye û vê bereyê piştgiriya xwe ya ji bo berxwedanê didomîne.Seyîd Hesen Nesrallah her wiha got: Ger dijmin di van 11 mehan de bikariy Hîzbullahê şikest bide yê şerekî mezin dijî me bida destpêkirin.Armanca wan ew e ku zextê li gel û hikûmeta Lubnanê bikin.Seyîd hesen Nesrullah xetabî sehyonîstan got: Em hêvî dikin hûn bikevine nav axa Lubnanê, eger dikarin werine nav axa Lubnanê, hûn nikarin bajaroknişînên dagîrker bizivirînin bakûra ardên dagîrbûyî, eger dikarin vî karî bikin.Wî li kutahiyê jî got: em tola xwe ji dijmin li ciyê ku hizr nake distînin