Kanûn 26, 2024 18:45 Asia/Tehran
  • Bêrêziya dubare ya wezîrê Rejîma Siyonîst li mizgewta Eqsayê

Çavkaniyên nûçeyan basa êriş û bêrêziya dubare ya wezîrê ewlehiya navxwe ya Rejîma Siyonîst û bi dehan bajaroknişînên tundrê yên siyonîst ser mizgewta Eqsayê kirin.

Îtmar Bên Gowêyr, wezîrê ewlehiya navxwe yê Rejîma Siyonîst, îro pêncşemiyê ligel hinek ji bajaroknişînên siyonîst careka din bêrêzî û êriş li mizgewta Eqsayê kirin. Anegorî vê raporê polîsê Rejîma Siyonîst bona dabînkirina ewlehiya Bên Gowêyr, hêzên xwe yên taybet li hewşên mizgewta Eqsayê bicih kir.

tevgera Berxwedana îslamî ya Filistînê(Hemas) di daxuyaniyekî da ev karê qirêj ê wezîrê ewlehiya navxwe yê Rejîma Îsraîlê şermezar kir û pêgîrî kir ku divê umeta îslamî û ereb berpirsyariyên xwe bona piştgîriya mizgewta Eqsayê û pîrozbahiyên Filistînê cih bînin.

Hemasê herwiha ragihand, bêrêziya wezîrê terorîst ê îsraîlî li hewşên Mizgewta Eqsayê, êrişeka xeternak e ku giranbûna kiryarên dagirkirên siyonîst bitaybet ji aliyê partiyên wê yên tundrê li hember mizgewta Eqsayê û nasnameya wê ya erebî û îslamî û pilanên cinayetkar ên vê rejîmê bi armanca cihûkirin û serdestiya zêdetir a ser mizgewta Eqsayê nîşan dide.

Serepeyv