Bertekên li hember şehadeta 5 rojnamegerên filistînî ji aliyê rejîma dagirkir ve
Navenda Piştgiriya Rojnamevanên Filistînî û Tevgera Mucahidan, îro Pêncşemiyê şehîdkirina 5 rojnamevanên filistînî li navenda Zîvala Xezzê ji aliyê Rejîma Siyonîst ve bi tundî şermezar kir.
Navenda Piştgiriya Rojnamevanên Filistînî bi daxuyaniyekî, armanckirina tirombêla rojnamevanên kanala El Quds El Yumê li ber deriyê nexweşxaneya El Ûwdeyê li kempa Nuseyratê şermezar kir ku bû sedema şehadeta 5 rojnamevanên filistînî, bi tundî şermezar kir û ragihand ku rojnamevanên şehîd dema karên xwe yên medyayî û mirovdostane dikirin ku rasterast ji aliyê rejîma dagîrkir ve hatin armanckirin. Li gorî vê daxuyaniyê, ev êrîşa cinayeteka cengê ya eşkere nîşan dide û armancên Rejîma Siyonîst ji bo bêdengkirina dengê çapemeniyê li Xezzê û pêşîgirtina ji ragihandina medyayî nîşan dide. Ji aliyeke din ve Tevgera Mucahidên Filistînê jî wek berteka li hember şehîdbûna van pênc rojnamevanan ragihand: Em operasiyona kuştina necamêrî a artêşa dijminê Nazî dijî rojnamevanên şebekeya El Qudsê li Nuseyratê bi tundî şermezar dikin. Tevgera navborî her wiha got: Eva cinayeteka necamêrî ye ku di çarçoveya rêze cinayet û hovîtiyên siyonîstan dijî rojnamevanan bi armanca bêdengkirina wan ji bo veşartina rastiyan û nixumandina cinayetên Naziyan pêk hatiye.
Pêştir Nivîsîngeha Ragihandina Hikûmî ya Xezzê jî di daxuyaniyekê de ragihandibû ku piştî şehîdbûna van pênc rojnamevanan, hejmara rojnamevanên şehîd gihîştiye 201 rojnamevanan. Vê nivîsgehê tevî şermezarkirina vê kiryara Rejîma Siyonîst, ji Yekîtiya Navnetewî ya Rojnamegeran, Yekîtiya Rojnamevanên Ereb û hemî sazî û dezgehên pêwendîdar bi çalakiyên medyayî û rojnamevaniyê xwest ku van cinayetên pilankirî li dijî rojnamevan û endamên medyaya filistînî li Zîvala Xezzê şermezar bikin. Hikûmeta Filistînê li Xezzê, siyonîstên dagirkir û hikûmeta Amerîkayê û welatên beşdar di jînosayda Xezzê bi taybet Almanya, Îngilistan û Firansayê ji ber cinayetên wiha hovane berpirsyar da zanîn.