Jordaçûna hejmara şehîdên Xezzê
Wezareta tendirustiyê ya Filistînê li Zîvala Xezzê basa şehadeta 45 hezar û 399 kesan ji destpêka êrişa Rejîma Siyonîst ser vê navçeyê kir.
Wezareta tendirustiya Filistînê li Xezzê ragihand ku di mideha 24 saetên buhurî da Rejîma Siyonîst 3 cinayetên nû li Zîvala Xezzê pêk anîne ku di encamê da 38 kes şehîd û 137 kes jî birîndar bûne.
Bi hesibandina van şehîdan hejmara şehîdên Xezzê ji 7`ê Cotmeha 2023`an ve û hevgavê destpêbûna operasiyona Bahoza Eqsayê ve heta nika rabûye 45 hezar û 399 kesan û hejmara birîndaran jî gihîştiye 107 hezar û 940 kesan. Cinayetên Rejîma Siyonîst dijî Zîvala Xezzê di meha 15`an a li dûhev di halekî da berdewam in ku Dîwana Navnetewî ya Cezayê, fermana girtina Bênyamîn Netaniyahu û Yûav Galant, serokwezîr û wezîrê berê yê cengê yê Rejîma Siyonîst bi tawana cihanîna cinayeta cengê, cinayeta dijî mirovantiyê û bikaranîna birçîtiyê wekî çekekî daye.