Kanûn 26, 2024 19:10 Asia/Tehran
  • Hemas: Divê umeta îslamî berpirsyariyên xwe bona piştgîriya mizgewta Eqsayê cih bîne

Tevgera Berxweana Îslamî ya Filistînê di daxuyaniyekî da pêgîrî kir ku êrişa Îtmar Bên Gowêyr, wezîrê tundrê yê ewlehiya navxwe ya Rejîma Siyonîst, di roja yekemîn a cejna qaşo Enwarê, destdirêjiyeka nû û xeternak e û divê umeta îslamî û ereb berpirsyariyên xwe bona piştgîriya mizgewta Eqsayê û pîrozbahiyên Filistînê cih bînin.

Hemasê herwiha ragihand, bêrêziya wezîrê terorîst ê îsraîlî li hewşên Mizgewta Eqsayê, êrişeka xeternak e ku giranbûna kiryarên dagirkirên siyonîst b taybet ji aliyê partiyên wê yên tundrê li hember mizgewta Eqsayê û nasnameya wê ya erebî û îslamî û pilanên cinayetkar ên vê rejîmê bi aemanca cihûkirin û serdestiya zêdetir a ser mizgewta Eqsayê nîşan dide.

Di vê daxuyaniyê da hereiha hatiye: Karên ku dagirkirên faşîst cih tînin, ji wan azadhîştina wezîrên xwe yên tundrê ji bo cihanîna pilanên qirêj li Qudsê û mizgewta Eqsayê û êrişa bihandan a hemû rojê li wê, siyaseteke ku tenê dibe sedema giranbûna kêşeyan û bersiva xelkê me li hember wê, dê ji bilî berxwedana ji bo parastina warên pîroz nebe.

Serepeyv