Kanûn 25, 2024 19:10 Asia/Tehran
  • Mûşeka Yemenê li navenda Telavîvê

Berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê derbarê êrişa bi mûşekan ser meqereke leşkerî li navenda Telavîvê agahî da.

Yehya Serî di daxuyaniyekê de ragehand: Bona piştgirirya ji gelê Filistînê û dayîna bersiva destdirêjiyên Rejîma Siyonîst ser Yemenê hêzên çekdar ên vî welatî bi mûşeka Balistîk a oltrasand a Filistîn 2`ê meqereke leşkerî ya siyonîstan li Yafayê dan ber êrişan. Berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê bal kişand ser vê yekê ku ev mûşek li hedefa xwe ketiye û got: Heta ku êrîşên ser Xezzeyê neyên rawestanmdin û dorpêça ser wê neyê rakirin operasyona leşkerî dê berdewam bike. Eva di halekê de ye ku çavkaniyên medyayî derbarê lêxsitian zengila xeterê li Telaviv û derdora wê agahî dan.Piştî vê êrîşê geştên esmanî yên balafirgeha Bin Goryon jî hatin betalkirin û dengê teqînên giran li Telavîvê û Qudsa dagirbûyî hatiye bihîstin . 

Serepeyv