Îlon 19, 2024 15:55 Asia/Tehran
  • Sekreterê Giştî yê Konseya Hevkariya Kendava Farsê: Biryarnameya NY mafê filistîniyan piştrsat dike

Sekreterê Giştî yê Konseya Hevkariya Kendava Farsê, biryarnama nû ya Civata Giştî ya NY nîşana bi fermî nas nekirina berfirehkirina bajarok-çêkirinên Rejîma Siyonîst li asta navçe û navneteweyî da zanîn.

Muhemed Casim El-Bedîwî, Sekreterê Giştî yê Konseya Hevkariya Kendava Farsê, pêşwazî li daxwaza Civata Giştî ya NY ji Rejîma Siyonîst ji bo bidawîanîna dagîrkirina erdên Filistînê kir û destnîşan kir ev biryarnameya Civata Giştî ya NY mafê gelê Filistînê ji bo istandina erdên xwe yên dagîrkirî piştrast dike.

Wî her wiha got: Pejirandina vê biryarnameyê her wiha nîşan dide ku kiryarên Rejîma Siyonîst ji wan berfirehkirina çêkirina bajarokan li asta navçê û navneteweyî bi fermî nayê naskirin.Civata Giştî ya NY bipejirandina  biryarnameyekê ji Rêjîma Siyonîst xwest ku bila di salekê de hebûna xwe ya neqanûnî li nav axa Filistînê bi dawî bîne.

Serepeyv