Artêşa Îsraîlê kutina 4 leşkerên din piştrast kir
Îlon 18, 2024 19:20 Asia/Tehran
Artêşa Rejîma Siyonîst li xwe mukir hat ku çar leşerên din ên vê rejîmê li nav kemîneke navçeya Refehê hatin kuştin.
Artêşa Rejîma Siyonîst îro çarşemiyê di daxûyaniyekê ragehand ku çar leşkerên vê rejîmê ji wan efserek duh berêvarê li nav kemîneke navçeya Refehê li başûrê zîvala Xezeyê hat kuştin.Di daxûyaniya artêşa Rejîma Siyonîst de hatiye ku yek ji van kuştiyan, alîkarê fermandê yek ji tabûrên Şakîdê ser bi tîpa Gefatî ye.Artêşa Rejîma Îsraîlê teqez kir ku bi kuştina van çar leçşkeran, hejmara kuştiyên artêşê ji 7 Cotmeha 2023an ve heta niha rabû 714 kesî.Di beşeke din a vê daxûyaniyê hatiye ku li encama bombedanîna li avahiyekê li başûrê Xezeyê, 5 leşkerên artêşa Rejîam Îsraîlê ji wan efserek birîndar bûn.