Bombebarankirina meqera hêzên yedek ên Bakur û meqera leşkera El-Celîl li Emîadê ji aliyê Hizbullahê ve
Hizbullahê meqera hêzên yedek ên henga bakur li artêşa Rejîam siyonîst û meqera bi cihbûna hêzên yedek ên leşkera El-Celîl li Emîadê bi dehan mûşekên Katyûşa û tankeke Merkava li Roysat El-ILm-Zebdîn piştî armanckirinê bi mûşekên kontroldar têk birin.
Berxwedana Îslamî ya Lubnanê îro ser sibê bi dehan mûşekên Katyûşa baregehên hêzên yedek ên henga Bakur di artêşa dagîrker, meqera hêzên yedek ên Leşkera Celîl û cebilxaneyên wê li Emîadê hedef girtin. Hizbullahê di operasyona duyemîn a ku roja şemiyê hat kirin de tanka Merkava ya Rejîma Siyonîst li ser rêya Roysat El-Ilmê -Zebdîn îmha kir û piştî ku bi mûşekên kontroldar hat armanckirin, agir pê ket.
Berxwedanê ragihand ku ev 2 êriş ji bo piştgiriya gelê Filistînê û li berteka êrişên dagirkeran ser bajarokê El Ehmediyê hatine kirin. Duh Hizbullaha Lubnanê bi mûşekek Berkan baregeha Hedb Yarîn kire armanc û rasterastli armancê ket û di encamê de beşek ji wê xera bû û agir pê ket.
Hizbullahê roja îniyê ji bo piştgiriya berxwedana li zîvala Xezeyê 9 operasyon li dijî dagirkeran pêk anîn, ku ji wan dikarin amajeyî êriaş ser meqerên REmsayê li li girikên Kefer Şoba yên dagîrkirî û meqerên topxanê li El-Zaûreyê bikin.