May 10, 2024 10:07 Asia/Tehran
  • Sekreterê Giştî yê Tevgera Ensarullaha Yemenê: Amerîka naxwaze şerê li dijî gelê Filistînê bê rawestandin

Sekreterê Giştî yê Tevgera Ensarullah a Yemenê diyar kir ku Amerîka hewl dide raya giştî bixapîne û got: Ger Waşîngton bixwaze Telavîv dê şerê Xezeyê rawestîne.

Seyîd Ebdulmelik Bedredîn li bara dawîn algurên êrişên Rejîma Siyonîstî ser Xezeyê û alûgurên li navça rojavaya Asyayê got: Kiryara Rejîma Siyonîst li dijî derbasgeha Refehê tenê gelê Filistînê nake armanc, belkî ev kiryara  çalakiyek li dijî gel û artêşa Misrê ye jî.

Seyîd Ebdulmelik Bedredîn diyar kir: Îsraîl di dema êrişa ser Refehê de penaberan dike armanc û bi vê operasyona bejayî dixwaze cinayet ûjînosayda zêdetir bike.

Sekreterê Giştî yê Tevgera Ensarullaha Yemenê destnîşan kir ku Rejîma Siyonîst bi çira kesk a Amerîkayê êrişî Refehê kir û got: Amerîka bi îdiaya zextê li ser aliyê Israîlê bi gefa rawestandina alîkariyên leşkerî û çek ûsîlehî bo Telavîvê hewl dide raya giştî bixalifîne.

Seyd Ebdulmelik Bedredîn, bal kişand  ser alîkariyên çekdarî yên Amerîkayê ji bo berdewamiya cinayteên Rejîma Siyonîst li Zîvala Xezeyê, tekez kir: Divê ti kes bi helwêsta Amerîkayê neyê xapandin û ev welat şirîkê pratîk û sereke ye li hemû cinayetên  li zîvala Xezeyê  ye û di dagirkirina Refehê de roleke sereke dilîze.

 

Serepeyv