Çile 06, 2024 10:04 Asia/Tehran
  • Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Lubnanê: Terorkirina şehîd Salih El-Arûrî dê were bersiv dayîn

Sekreterê giştî yê Hizbullaha Lubnanê got: terorkirina Salih El-arûrî, cîgirê serokê polîtboroya Hemasê li Zahiya başûrî ya Beyrûtê, bê bersiv û siza nemîne.


Seyîd Hesen Nesrullah, bal kişand  ser  operasiyona berxwedana Lubnanê dijî siyonîstan li başûrê vî welatî û  ragihand:

Berxwedana Îslamî di  sê mehan de zêdetir ji 670 operasiyon li dar xistine û 48 çeperên sînorî yên siyonîstan jî zêdetir ji 670 operasiyonandane ber êrişan. 

Seyîd Hesen Nesrullah got ku berxwedana Îslamî heta niha 494 êriş pêk anîne û di van êrişan de 50 xalên sînorî zêdetirî carekê ketien ber êrişan. 

Sekreterê giştî yê Hizbullaha Lubnanê tekez li ser wê yekê kir ku şehîdkirina Salih El-Arûrî û hevalên wî li Lubnanê bêguman bêceza namîne û fermandarên operasyonê  dê li barê barê de biryarê bidin

Nesrallah amaje bi alûgurên Iraqê kir û got, niha derfeteke gelek baş li pêşberî Iraq û Lubnanê  de ye ku dawî li dagirkerî û hebûna dagirkeran bînin.

 

Serepeyv