Kanûn 15, 2023 16:44 Asia/Tehran
  • Meşa hevgirtina gelê Yemenê digel filistîniyan

Niştecihên Parêzgeha Se'deyê li bakurê Yemenê, xwenîşandaneke berfireh bi nîşana piştevaniya ji gelê Filsitînê li dar xistin.

Xwenîşanderên yemenî roja Îniyê tekezî li ser rawestana tam li kêleka gel û şervanên filistînî kirin û pişta kiryarên Artêşa vî welatî yên pêşîgirtin li hereketa keştiyan û ji û ber bi bendergehên Filsitîna dagirbûyî girtin.

Xwenîşanderan bi daxuyaniyekê ragihandin, gheta wê demê ku cinayetên siyonîstan dijî gelê Filistînê bên domandin, ew ê aram nebin û pişta biryara artêşê ji bo rêgirtina li derbasbûna keştyan ber bi bendergehên Filistîn adagirbûyî heta dema dabînkirina hewcetî û xwestekên xelkê Xezeyê girtin.

Yemeniyan ragihandin ku ew bi dû dijminiya digel welatên cîhanê ji bilî Rejîma Siyonîst a cinayetkar nînin û daxwaza cidîdîtina hişyariyên Artêşa Yemenê bo keştiyan li Deryaya Sor û Kendava Edenê kirin.

Yemeniyan bi gotina vêya ku boykotkirina kelûeplên amerîkî, îsraîlî û kompaniyên piştevana vê rejîmê didomînin, ji miletên îslam î ûerebî xwestin ku bêdengiya xwe derheq cinayetên siyonîstan bi dawî bînin.

Artêşa Yemenê di hefteyên raborî da bi nîşana piştevaniya ji Berxwedana gelê Filsitînê li Zîvala Xezeyê çend keştiyên Rejîma Siyonîst li Deryaya Sor û Tengava babul-mendebê kirin armanc.

Serepeyv