Kanûn 10, 2023 19:39 Asia/Tehran
  • Yemen: Em destûra derbasbûna keştiyan ber bi Rejîma Siyonîst va nadin

Berdevkê Hêzên Çekdar ên Yemenê ragihand ku ev welata dê îznê nede keştiyên ku ber bi Filistîna dagirbûyî va terin ji nav avên Yemenê derbas bibin, meger ku hilgira derman û xwarinê ji bo xelkê Xezeyê bin.

Yehya Serî' Berdevkê Hêzên Çekdar ên Yemenê got: Her keştiya ku ber bi Rejîma Siyonîst va here, armanceke rewa ji bo êrîşên me ye. Em hemî keştî û kompaniyan hişyar dikin ku ti têkiliyeke wan digel benderên Îsraîlê tinebe. Serî' tevî amajeya bi vêya ku biryara rêgirtina li derbasbûna hemî keştiyan ber bi Filistîna dagirbûyî ji vê kêliyê va bi cih tînin, got: Biryara rêgirtina li derbasbûna keştiyên biyanî bo vê rejîmê piştî wê yekê hat dayîn ku me rê neda keştiyên îsraîlî ji Deryayên Sor û Ereb derbas bibin. Yehya Serî' di dawiyê da tekez kir: Hêzên Çekdar ên Yemenê daxwaza dewama hereketa tevahiya keştiyan dike, ji bilî keştiyên ku ayîdî Îsraîlê bin an jî kelûmelan veguhezînin bendergehên Îsraîlê.

 

Tevgera Hemasê jî berbanga Yekşemiyê bi daxuyaniyekê sipasiya biryara Hêzên Çekdar ên Yemenê ji bo aarmancgirtina keştiyên siyonîstî kir û ragihand: Em vêya wek biryareke wêrekane dizanin ku li ser xêra gelê me li Zîvala Xezeyê ye û em ji welatên erebî û îslamî dixwazin ji bo têkşikandina dorpêça ser Xezeyê û rawestandina cinayetên dagirkerên nazî pêngav rakin.

Serepeyv