Kanûn 07, 2023 10:07 Asia/Tehran
  • Lidarxistina konferansa qasidên heqîqetê Li Beyrûtê

Qasidên Heqîqetê navê konferansa hevgirtina bi nûçegîhanan re di şerê bahoza El-Eqsayê de bû ku li Beyrûta paytexta Lubnanê hat lidarxistin.

Di vê konferansê de ku hevgavê destpêbûna meha sêyem a şerê bahoza El-Eqsayê li Zîvala Xezeyê û başûrê Lubnanê hat lidarxistin, kesayetiyên medyayî, siyasî û dîplomatîk û nûnerên mêdya û  ragihandinê  yên welatên alîgirê doza Filistînê beşdar bûn.

Dr.Ehmed Norûzî alîkarê derve sînorî yê medyaya netewî ya Îranê, di vê civînê de  bal kişand  rola xelkê Xezeyê di şerê medyayî hevgavê şerê leşkerî û got:

Di konferansa  Qasidên Heqîqetê ku bi însiyatîva Yekîtîya Radyo û Televîzyonên Îslamî hat lidarxistin,   li heftê û pênc şehîdên medyayî di şerê Bahoza El-Eqsayê li zîvala Xezeyê û başûrê Lubnanê hat rêzgirtin.

Hecetul Îslam Elî Kerîmiyan, Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Radyo û Televîzyonên Îslamî jî li ser hemahengiya di navbera mêdyayên alîgirê doza Filistînê lierê dijî Rejîma Siyonîstî sekinî û got: Di vê konferansê de biryar hat dayîn ku ev kes mehkemekirin û dariznadina rayedarên Rejîma Siyonîst wek cinayetkarên cengê li derdorên hiqûqî yên navneteweyî bi bi micidî were şopandin.

Serepeyv