El-Hûsî: Hin çekên me hene ku em pê dikarin Erdên Dagirkirî bikin armanc
Endamekî Konseya Bilind a Siyasî ya Yemenê derbarê amadebûna hêzên çekdar ên vî welatî ji bo meseleya Filistînê û şerê Xezzeyê agahî da.
Mihemed Elî El-Hûsî teqez kir: Çekên ku me hene û em wan bikar tînin, dikarin erdên dagîrkirî bikin armanc.
Wî her wiha got: Hêzên çekdar ên Yemenê bi taybetî ji bo Filistînê amade ne.
Şeva borî sertîp Yehya Serî berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê di daxuyaniyekê de ragihand:
Hêzên çekdar ên Yemenê di çend saetên derbasbûyî de bi hejmareke zêde xwefiran êrişî çend meqerên Rejîma Siyonîstî li Filistîna dagirbûyî kirin ku bi alîkariya Xwedê li armanc ketin.
Serî her wiha got: Hêzên çekdar ên Yemenê operasyonên xwe yên leşkerî ji bo piştevaniya ji gelê mezlûm ê Xezzeyê wek bersiva xwestekên gelê Yemenê û hemû umeta îslamî heta dema rawestandina destdirêjiya Israîlê dê berdewam bikin.