Şermezarkirina êrişa ser Şî`eyan li Pakistanê
Bi dû êrişa ser Şî`eyan li Pakistanê, xwenîşandaneke berfire ji bo şermezarkirina vî karî li vî welatî hat lidarxistin.
Roja pêncşema buhurî êrişîeke terorîstî ser karwanekî Şî`eyên Pakistanê li herêma Paraçinarê pêk hat ku di encamê da 44 kes hatin kuştin. Welatîyên pakistanî îro li navçeyên curbicur ji wan li Islambada paytext bi xwenîşandanê ew êrişa terorîstî şermezar kirin.
Pişikdarên di vê xwenîşandanê da êrişa kesên çekdar ser Şî`eyan li nêzîkî sînorê Pakistan û Efganistanê şermezar kirin.
Ji roja pêncşemê va pêleke hêrsbûn, nerehetbûn û dilnigeranbûnê kolanên Paçinarê daye ber xwe.
Komên terorîst ji mêj va ye ku li vê herêmê dest bi terorê dikin.
Di êrişa ku roja pêncşemê da pêk hat, karwanekî rêwîyan bû armanc û vê yekê hêrsbûna xelkê ya ji ber nekarabûna hikûmeta Pakistanê di warê parastina Şî`eyên çewisandî li vê navçeyê tund kirîye.
Pişikdarên di xwenîşandanên hanê da, rayedarên hikûmeta Pakistanê bi qusûrîya di dabînkirina ewelhîyê li herêma Paraçinarê da tawanbar kirin.