Cotmeh 11, 2023 08:10 Asia/Tehran
  • Sekreterê Giştî yê Ensarullaha Yemenê: Filistînî axa xwe diparêzin û Filistîn jî ya wan e

Sekreterê Giştî yê Ensarullaha Yemenê got: Filistînî xwediyên berheq yên axa Filistînê ne û ev ax ya wan e, ew ji bo berevaniya xwe ketine şer û li ser navê welat û komeke din tevnagerin.

 

Ebdilmelik Bediredîn Sekreterê Giştî yê Ensarullaha Yemenê jî got: Filistînî xwedî maf û xwediyê axa Filistînê ne û ev ax ya wan e,ew  ji bo berevaniya xwe ketine şer û li ser navê  tu welat  an komekê tevnagerin.

Wî li ser dawîn alûgurên li Filistînê got: Di heft dehekên dawîn de gelê Filistînê tu xêrek ji rêxistinên navneteweyî yên ku xwe piştgirê mafên mirovan dihesibînin nedîtine.

Konseya Ewllehiyêê ya Neteweyên Yekbûyî û biryarên wê tu feydeyek bo gelê Filistînê tinebûye û piştgirî nedaye zarok, jin û sivîlan.

Sekreterê Giştî yê Ensarullaha Yemenê destnîşan kir: Welatên rojavayî dixwazin ku Rejîma Siyonîst bera  êrişên xwe  bide ser welatên erebî û derbeya li  ummeta îslamî bide.Ebdulmelek Bedredîn diyar kir: Amerîka, Fransa, Inglîz û welatên din ên rojavayî çira kesk ji bo kuştina gelê Filistînê dane Îsraîlê.

Cinayetên Rejîma Siyonîst nîşan da ku hikûmetên rojava cinayetkar in,

 

Ebdulmelik Bedredîn got: Xelkê Yemenê amade ne ku bi sed hezaran kesên xwe alîkariya gelê Filistînê  bikin û bi dijminê siyonîst re bikevin pevçûnê. Em bi vî awayî dev ji tu alîkariyê bernadin.

Em bi bereya berxwedanê re hewaheng in. Ger Amerîka rasterast têkeve şer em ê bi mûşek û balefirên bêfirokevan beşdarî şer bibin.

Sekreterê Giştî yê Ensarullaha Yemenê bi gotina vê yekê ku Amerîka rasterast destê xwe di cinayetên Rejîma Siyonîst de heye, got: Amerîka her cure alîkariyek  raberî  Îsraîlê kiriye. .

 

Serepeyv