Tebax 09, 2023 16:24 Asia/Tehran
  • Bajaroknişînên siyonîst destdirêjî li Mizgefta Eqsayê kirin

Hejmareke bajaroknişînên siyonîst vê sibê di bin tevdîrên giran ên ewlehiyê ji alyê leşkerên siyonîst va bi rêya têketina Bab ul-Miqaribeyê derbasî Mizgefta Eqsayê kirin.

Ewqafa Îslamî ya Qudsa dagirbûyî bi dayîna daxuyaniyekê ragihand, Bi dehan bajaroknişînên siyonîst ji vê sibê va bi kiryareke handêr derbasî nav Mizgefta Eqsayê bûn û rêûrisma Telmûdî bi cih anîn.

Du hefte pêş jî herî kêm 2200 bajaroknişînên siyonîst li rex hin rayedarên vê rejîmê weke Îtamar Ben Gvêr Wezîrê Ewlehiya Navxweyî yê Rejîma Siyonîst destdirêjî li Mizgefta Eqsayê kirin ku tûşî bertekên tund ji aliyên navçeyî û navneteweyî bû.

Li pey vê kiryara bajaroknişînan, komên neteweyî û îslamî yên Filsitînê li Qudsê bi dayîna daxuyanî û bangewaziyan tekezî li ser pêwîstiya hebûna berfireh a filistîniyan li Mizgefta Eqsayê ji bo piştevanî û parastina wê kirin.

 

Serepeyv