May 02, 2023 16:32 Asia/Tehran
  • Bajarokên siyonîstî ketin ber êrîşa mûşekî ya Berxwedanê

Li pey şehîdbûna hêsîrê filistînî 'Şêx Xizr Ednan' li zîndanên Rejîma Siyonîst, hêzên Berxwedanê li Zîvala Xezeyê baregehên Rejîma Siyonîst li derdora vê zîvalê dan ber roketan.

Li gorî rapora Ajansa Shahab News'ê, Zêde ji 20 roketan ber bi baregehên Rejîma Siyonîst li derdora Zîvala Xezeyê va hatin avêtin û zengila Xeterê li bajarokên nêzikî Zîvala Xezeyê hat bilindkirin.

Medyayên Rejîma Siyonîst dibêjin, herî kêm mûşekek li bajaroka Sedîrûtê ketiye û bajaroknişînek jî birîndar bûye.

Kanala 14an a Televîzyona Rejîma Siyonîst ragihand, malek li Sedîrûtê ji ber vê êrîşê bi tamî wêran bûye û Artêşa Îsraîlê destûr daye niştecihên bajarokên nêzikî Zîvala Xezeyê da ku li cihên nêzikî penagehan bimînin.

 

Serepeyv