Nîsan 20, 2023 16:32 Asia/Tehran
  • Paşayê Urdinê û Welîehdê Seûdî li Cedeya Erebistanê civiyan

Paşayê Urdinê û Welîehdê Erebistanê li Koşka El Selam’ê ya bajarê Cedeya Erebistanê hevdîtin pêk anîn.

Li gorî rapora Russia Today a Erebî, ‘Ebdullahê Duyem’ Paşayê Urdinê di hevdîtina digel ‘Muhemed Bin Selman’ Welîehdê Seûdî da li Cedeyê, daxwaza hewldanên erebî û navneteweyî ji bo jinûvadestpêkirina gotûbêjên navbera filistînî û îsraîliyan kir.

Paşayê Urdinê di vê hevdîtinê da li ser pêwîstiya piştevaniya ji filistîniyan ji bo bidestxistina mafên xwe yên rewa û edlane û zêdekirina hewldanên erebî û navneteweyî ji bo peydakirina prespektîveke siyasî ji bo çareserkirina meseleya Filistînê ku rewşê ji bo jinûdadestpêkirina gotûbêjan bi armanca bidestxistina rêkareke edlane û aştiya giştalî xweş bike, teqez kir.

Ebdullahê Duyem tevî girîngzanîna rola Erebistana Seûdî di xurtkirina pergala Pêngavrakirina Hevpar a Erebî da, qedra hewldanên Riyazê ji bo mazûvaniya serokên welatên erebî di sî û duyemîn civîna asayî digel serokên welatên endamê Yekîtiya Ereban li vî welatî di meha bê girt.

 

Serepeyv