Nîsan 14, 2023 18:40 Asia/Tehran
  • Êrişa berfireh a saybêrî ser binesazîyên aborî yên Rejîma Siyonîst

Çavkaniyeka nûçeyan basa êrişeka berfire ya saybêrî ser sîstem û binesazîyên xizmetguzarî û aboriyê yên Rejîma dagirkerê Qudsê kir.

Çavkaniyên siyonîst ragihandin ku koma hekêran a Anonymous’a Sûdanê, basa êrişa berfire ya saybêrî ser bank, sîstem û şebekeyên xizmetguzarî û aboriyê yên Rejîma Siyonîst hevgavê Roja Cîhanî ya Qudsê kir.

Anegorî ragihandina vê medyayê, koma hekêrî ya hanê di vî warî ragihand ku heta vê gavê malperên bankên Mezrerahî, Dîskant, Bên Lêomî û Banka Qudsê ketine ber êrişê û nayên bikaranîn.

Duh Pêncşemiyê jî hin êrişên saybêrî ser kompaniya Postê ya Rejîma Siyonîst cih hatin.

Bi dû van êrişên berfire, Komapaniya Postê ya Îsraîlê neçar ma pişkek ji sîstimên xwe neçalak bike ta ku nekevin ber êrişa zêdetir a hekêran.

Civatên ewlehî, saybêrî û medyayî yên Rejîma Siyonîst, vê dawiyê ji ber êrişên saybêrî ser binesazî, sîstem û şebekeyên vê rejîmê, nîgeranîya xwe diyar kirine ku bi nihêrîna karnasan, divê meriv sedema vê yekê di ast û berfiretiya êrişan da û lawaziya vê rêjîmê di warê sekinîna li hember wan da bibîne.

 

Serepeyv