Sibat 22, 2023 18:04 Asia/Tehran
  • Paşayê Urdinê tekezî li ser bicihkirina Filistînê di projeyên aştiya navçeyê da kir

Paşayê Urdinê careke din tekezî li ser pêwîstiya beşdariya birayên filistînî di projeyên “Aştiya Navçeyî” da kir.

Li gorî rapora Russia Today’a erebî ya roja Çarşemiyê, “Ebdullahê Duyem” Paşayê Urdinê di hevdîtina digel du desteyên Parlimana vî welatî da got: Projeyên aborî yên navçeyî divê filistîniyan jî bigirin ber xwe.

Paşayê Urdinê bal kişande ser belavbûna hin nûçeyan derbarê paşdaxistina civîna Neqeb-2’ê û amaje bi hewldanên dîplomatîk ên vê dawiyê yên welatê xwe ji bo kontrolkirina kêşeyên li erdên Filistînê, piştevaniya ji Teşkîlata Xweîdareker a Filistînê, dewama çavdêrî û Parastina cihwarên pîroz ên îslamî û mesîhî li Qudsê li gorî qeyyîmbûna vî welatî kir.

Ev di rewşekê da ye ku rojnameya siyonîstî ya “Israel Hayom”ê di rojên dawî da qala îhtimala paşdaxistina civîna Neqeb-2’ê kiriye ku biryar e di hefteyên bê da li welatê Mexribê were lidarxistin.

 

Serepeyv